Li DYE’yê li ser reşikan cihêkarî heye

Li DYE’yê ya ku ev serê du hefteyan e li dijî reşikan şîddeta polîsan û pê re jî serhildana li dijî nijadperestiyê heye, di heman demê de li ser reşikan li her qadê zext hene.

Li DYE’yê ya ku reşik bi sedan salan wekî kole dihatin xebitandin, polîtîkayên nijadperest heta salên 1960’î jî didomiya. Piştî têkoşîneke demdirêj di sala 1964’an de zextên di warê qanûnî de yên li ser reşikan bi Qanûna Mafên Civakî hatibû qedexekirin. Lê li gorî îstatîstîkan tê dîtin zext ji wê demê heta niha nehatiye bidawîkirin.

DI WARÊ PERWERDEHÎ Û TENDIRUSTIYÊ DE WEKHEVÎ TUNE

Li gorî daneyên Pew Research Centerê reşik 13 ji sedê Emerîkayê ne û di gelek waran de mexdûr in.

Di sala 1993’an de di nav reşikan de hejmara kesên lîse qedandine ji sedî 70 bû lê ev rêje di nav gelê çermspiyan de jî ji sedî 84 bû. Di sala 2019’an de ev rêje bûbû ji sedî 88 û 95.

Tê zanîn ku ciwanên reşik bi qasî ciwanên çermspî jî kar nabînin.

HEJMARA BÊKARIYÊ 2,3 KATAN ZÊDETIR E

Li welat ji sedî 3,6 reşikan di nav koma dewlemend de ya ku ji sedî 10’ê welat tê de ye. Ev jî li gorî nifûsê dibe rêjeyeke çar katan kêmtir e.

Li DYE’yê di nav 500 CEOyên şîrketên mezin de bi tenê 4 reşik hene.

Li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkên DYE’yê di warê aboriyê de jî reşik ji çermspiyan hejartir in. Di sala 2000’an de danheva reşikan 7500 dolar bû ya çermspiyan jî li ser 79 hezaran bû. Di sala 2019’an de jî ev rêje bûbû 17 hezar dolar û 171 hezar dolar. Di nava 20 salan de ferqa mezin dîsa wekî xwe mabû.

DI WARÊ TENDIRUSTIYÊ DE JÎ NE WEK HEV IN

Reşik ên ku di warê ekonomîk de hejar in di warê sûdwergirtina ji xizmetên tendirustiyê de jî mexdûr in. Di nav reşikan de ji sedî 10’an bi tu awayî sîgorteya wan a tendirustiyê tune. Di şewba Covîd-19’ê de derket holê ku reşik ji çermspiyan sê katan zêdetir mirine.  Li gorî îstatîstkan temenê reşikan li gorî yên çermspî 3,5 salan hindiktir e.