Li DYE'yê ji ber şewata li marînayekê gelek kes mirin

Li DYE'yê ji ber şewata li marînayekê herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî winda ne.

Li eyaleta Alabama ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li marînayekê şewatekê rû da.

Li marînayeke li gola bi navê Gûntersvîlleyê şeva Yekşemê şewatê rû da. Li gorî daxuyaniya arkujiya bajarê Scottsboroyê, şewata ku li keştiyekê dest pê kir piştre bû sedema teqînê û zirar da 35 keştiyan.

Hate ragihandin ku di bûyerê de herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî hatin rizgarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî şewatê 7 kes hîn jî winda ne.