Li DYE'yê biryarnameyeke dî jî ya li ser koçberan li darazê aliqî ma
Biryarnameyeke dî jî ya Trûmp a têkildarî koçberan ji darazê vegeriya.
Biryarnameyeke dî jî ya Trûmp a têkildarî koçberan ji darazê vegeriya.
Biryarnameyeke dî jî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emrîkayê (DYE) Donald Trûmp ku li dijî koçberan îmze kiribû ji darazê vegeriya.
Piştî gelek biryarnameyên dî yên ku Trûmp li dijî koçberan îmze kiribû, duh jî biryarnameyeke dî ji hêla dadgerê San Francîscoyê ve hate betalkirin. Ji hêla dadgerê San Francîscoyê Wîllîam Orrîch ııı ve biryarnameya têkildarî birîna fonan ku federalê dida bajarên ku weke ‘bajarên stargeh’ dihatin navandin û koçber dihatin parastin, qebûl nekir.
Dadger di biryara xwe de got bi biryara rêveberiya Trûmp gelek fonên federal wê jê hîkar bibin. Dadger diyar kir li ser dijberbûna biryara wî ya li dijî destûrê jî got, kesên ku li dij derdikevin divê ispat bikin ku biryara wî li dijî destûrê ye.
Li DYE’yê gelek bajaran li gel ku destûra wan a bicihbûnê nîn e jî biryar standibûn ku deriyê xwe ji koçberan re vekin, rêveberiya Donald Trûmp jî biryar dabû ku fonên federal werin birîn. Li dijî vê biryara ku ku bi biryarnameya seroktiyê ve hatibû standin bajarên Santa Clarar, San Josê û Silîcon Valleyê doz vekiribûn.
Van bajaran digotin li gel ku ji bo koçberan fonên federal nayên bikaranîn jî biryareke wiha wê ziyaneke mezin bide bûdçeya darayî. Yek ji van bajaran Santa Clara 35 ji sedî hatina wê bi fonên federal e.