Li DYE'yê bager: 83 kes mirin

Li DYE'yê ji ber bagerê kesên ku mirin bûne 83.

Roja şemiyê bagerê li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da û nêzî 83 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tenê li eyaleta Kentûcky 70 kes mirin.

Serokê DYE'yê Joe Bîden gotina, ''trajediyeke ku mirov nikare xeyala wê bike'' bi kar anî û got ew bi waliyên eyaletan re ku bandor li wan bûye, dixebitin.

Li pênc eyaletan bi kêmanî 78 kes mirin. Li gorî rayedarên xwecih li Tenesseeyê 3, li Arkansasê 2, li Illînoîs 6 û li Mîssourî kesek mir.

Li başûrê welêt Kentûcky bîlanço giran bû. Walî Andy Beshear got, ''Mirov nikare rewşê vebêje, asta hilweşandinê bêmînak e.''

Behhear got, ''Bi min li Kentackyê wê bibe rêze bagerên herî kujende.''

Mayfîeld a li eyaletê ku nifûsa xwe 10 hezar e weke navenda bobelatê tê dîtin.