Li DYA’yê wesayitekê da nav çalakgeran: 3 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn

Li eyaleta Vîrgînîa ya DYA’yê, li Charlotesvîlleyê wesayitekê da ser çalakgeran. Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn.

Li Caharlootesvîlle ya li eyaleta Vîrgînîa ya DYA’yê bi sedan nîjatperest ji bo ku peykerên fermandarê Artêşa Konfederasyonê hatiye rakirin çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyê de wesayitekê da nav wan.

Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp derbarê êrîşê axivî, êrîş şermezar kir. Trûmp êrîşkariya hin nîjatperestên spî û dirûşmên Neo-Naziyan weke kîndarî û paşverûtî bi nav kir.