Li DYA ji ber şewatê 36 kes mirin
Li 8 herêmên eyaleta Kalîforniyayê, ji ber şewatê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li 8 herêmên eyaleta Kalîforniyayê, ji ber şewatê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), şewata li daristanan derket hê dewam dike.
Rayedaran gotin, 36 kes ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran wekî din ragihandin, ku 100 hezar kes ji herêmê hatine dexistin. Rayedaran diyar kirin, ku bi qasî 5 hezar û 700 xanî û kargeh xera bûne û 214 hezar donim zevî şewitî ne.
Tê gotin, ev şewat ji sala 1933'an û vir şewata herî dijwar a li Kalîforniyayê ye.