Li DYA di qezaya trenê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh qezayeke trenê rû da û bi dehan kes birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan gelek kes mirine.

Li nêzî paytexta eyaleta Washîngtonê Olympîayê, trenek ji rê derket. Hat ragihandin ku di trenê de herî kêm 75 rêwî û 5 wezîfedar hebûn û herî kêm 77 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedaran ve hatin dayin, trena rêwiyan a sefera bajarên Seattle û Portlandê dikir, li gorî wexta herêmê saet di 15:40'î de qelibî û vagonek trenê wergeriya otobana li jêrê şiba trenê.

Ajansa Assocîated Pressê ragihandin ku herî kêm 6 kes di qezayê de mirine. Organên din ên medyayê jî ragihandin ku 'gelek kes mirin'e. Hat ragihandin ku tevî mirovên di wesayitên li ser otobana ku vagona trenê wergeriya, hejmara mirovên birîndar zêdetir e.