NÛ BÛ

Li Elmanya û Qibrisê Cejna Vejînê hate pîrozkirin-NÛ BÛ

Li Elmanya û Qibrisê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

DÛÎSBÛRG

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd), Mam Zekî Şengalî, Mahîr Atakan û şehîdan li salona NCKD’ê ya ku pîrozbahî lê hatî lidarxistin, daliqandin.

Di axaftinên di çalakiya bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de dan diyarkirin ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bûye mîladek.

Di axaftinên bîranîna Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Erdal (Engîn Sîncer), Mahsum Korkmaz (Egîd), Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) ve Egîd Garzan (Murat Kalko) de, berxwedana Cenga Heftanînê silav kirin.

Piştî axafinan bal kişandin ser gotina Korkmaz, “Ey Dihê ya ku kesê te nas nekirî, ji niha de giştî cîhan te û di kesayeta te de wê Kurdistanê nas bike”. Di çalakiyê Yadê ya xwişka şehîd Akîf Dogan jî axivî.

Di çalakiya bi pêşandana sînevîzyonê dom kirî de, li ser hev dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

HAMBÛRG

 

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Volksparkê hate kirin.

Hevserokên NCDK’ê Şadiye Kuçuk û Îmam Comert diyar kirin ku fîşeka pêşîn bera koletiyê hatiye dayin.

Pîrozbahî bi stranên berxwedanê yên Ozan Siyabend û govendê domiya.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê cejna vejînê hate pîrozkirin. Salona Mala Gel a Medyayê ku merasîm lê hate lidarxisitin bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz (Egîd) û şehîdan hatibû xemilandin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpêkir.

Di merasîmê de di axaftinên ku hatin kirin de bi minasebeta 36’mîn salvegera 15’ê Tebaxê hate gotin: “Di serî de bang li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê me yê li Ewropayê û hemû gelê me dikîn ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bibin yek û têkoşînê mezin bikin.”

Merasîm piştî nîşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

LÎMASSOL

 

Li bajarê Lîmassol a Qibrisê Kurdistanî li qontarê çiyayên Torodosê hatin cem hev û 15’ê Tebaxê cejna vejînê pîroz kirin.

Di merasîma ku bi şeklê panayir li qada Kato Petrayê pêk hat de ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes beşdarê merasîmê bûn. Merasîm bi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd a Theofîlosê pêkhat. Qad bi pankart û afîşên ku cejna vejînê pîroz dikirin hatibûn xemilandin. Her wiha alên PKK, YPG û YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî hatibûn daliqandin.

Jin û ciwanan ku berdewam dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî gerîla” û “Bijî berxwedana Heftanînê” berzdikirin bi cilê û bergên xwe yên netewî reng dane merasîmê.

Di axaftinên hatin pêşkêşkirin de hate tekezkirin ku 15’ê Tebaxê roja ji nû ve zîldayîna ruhê azaddî û vejîna gelê Kurd e û hate gotin: “15’ê Tebaxê li hemberî zilm, faşîzm û bênasnametiyê, mîladek e. 15’ê Tebaxê li hemberî înkarkirin, tune hesibandin û qirkirina gelekî ruheke vejînê ye. Ew ruh bi pêşengtiya Serok Apo û bi qehremantiyên mezin ên Egîdan îro li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn weguheriye vîn û zanebûna azadiyê ya milyonan.”

Piştî axaftinan koroya zarokan û hunermendên girêdayî Navenda Çand û Hûnera Theofîlosê derketin ser dîkê û coş avakirin. Gel bi girtina govendê berdewam dirûmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berzkirin.