Li Dohayê hevdîtina DYE û Îranê: Li gorî Tahranê lihevkirin mimkûn e

Qasidê Emerîkayê Robert Malley û muzakerekarê Îranê Alî Bagerî, li Doha ya paytexta Qatarê hevdîtineke neyekser kir. Li gor Îranê di gotûbêjên li ser nukleerê de li hev kirina bi Îranê re mimkûn e.

Qasidê Emerîkayî û muzakerkarê Îranê, bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê li Dohayê dest bi hevdîtinê kir. Armanca bi hevdîtinan destpêkirina gotûbêjên li ser nukleerê ji nû ve ye.

Li gor ajansa nûçeyan Îrna’yê, dema çûyîna Tirkmenistanê Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan li ser mijarê gotiye heke Emerîka ji dil be lihevkirin mimkûn e û ew li ser lihevkirinê ji dil in ji xetên xwe yên sor ên di çarçoveya gotûbêjên li Tehranê danîne jî tu tawîzê nadin.

Nîsana 2021’î gotûbêjên li Viyenayê yên di navbira Îran û Rûsya, DYE, Çîn, Fransa, Qraltiya Yekbûyî û Elmanyayê dest pê bûbûn ji meha Adarê heta bi niha sekinîbûn.

Gotûbêj bi armanca xistina nav peymana sala 2015’an a DYE’yê ya cardin tên kirin. DYE, bi biryara Donald Trump, sala 2018‘an bi yek alî xwe ji peymanê dabû alî û cardin dest bi danekirinên li ser Îranê kiribû. Îranê ji bo dayîna bersiva vê biryarê, hêdî bi hêdî teahudên xwe hiştibûn ji bo demeke din.

Rêvebiriya Joe Biden got ku heke Tehran li teahudên dane vegere ew ê DYE cardin tev li peymanê bibe, Îran jî daxwaza rakirina danekirinan dike.

Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Bahadûrî Cahrûmî di daxuyaniya roja çarşemiyê de wiha got: “DYE dev ji rêbaza ne li gor hiqûqî ya navneteweyî ya Trump ber bide, bi îzna Xwedê em hêvî dikin ku li hev bikin.“