Li dijî konsolosxaneya Tirk ya li Mûsilê êrîşeke bi roketan pêk hat

Hat ragihandin ku li dijî konsolosxaneya Tirk a li Mûsilê êrîşeke bi roketan pêk hat. Di heman saetan de baregeheke dewleta Tirk a li Dihokê jî bi dronê hatiye hedefgirtin.

Duh bi şev li hemberî konsolosxaneya dewleta Tirk ya li Musilê êrîşeke bi roketan pêk hat. Her wiha bi dronan jî êrişî baregeha leşkerî ya Sîrê ya dewleta Tirk a li Dihokê ku dikeve ser sînorê Iraq û Tirkiyeyê hate kirin.

Hêzên Seraya Ebabîl berpirsyartiya êrişa ser baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a Sîrê girtin ser xwe û dîmenê wê jî li ser malpera xwe belavkirin.

Di heman deman de konsolosxaneya giştî ya Tirkiye ya li Musilê jî bi roketan hate hedef girtin, tê gotin 4 roket avêtine sefaretê, lê ziyanên êrişê nehate zanîn.