Li dijî plana DYE’yê li Gazeyê xwepêşandan

Li gel eşkerekirina plana DYE ya ji bo pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê û şûnde, li Xezeyê bi hezaran li dijî pilanê derketin qadan.

Di xwepêşandana li Xezeyê de çalakvanan lastîkên wesayîtan, ala Emerîka şewitandin, dîsa posterên Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî li bin lingan xistin. Di çalakiyê de tim dirûşma ‘Pilan pêk nayê’ qîr kirin.

Li bajarê Refah ê dikeve başûrê Şerîda Xezeyê bi alên Filistînê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de posterên Trûmp li bin lingan xistin.

Li bajarê Nablûz û Ramallah ên dikevin Rojavayê Şerîdê yên ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, çalakiyên protestoyî tên kirin. Tê payîn ku çalakî heta direngî şev dom bikin.

Di vê navê de Trûmp li Washîngtonê li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahû ku weke ‘dostê’ xwe pênase dike li gel hikberê wî Benny Gantz li hev civiya.  Natanyahû û Gantz hefteya borî polan weke ‘dîrokî’ pênase kiribûn.

Filistînî jî ev plan red kirin, nerazîbûnên xwe yên li dijî Îsraîlê nîşan dabûn.

Li gorî rêveberên Filistînî û medyaya Îsraîlê ev pilan wê Geliyê Urdunê ku ji sedî 30’ê Koloniyênm Yahûdî û Rojavayê Şerîa li xwe digire ku hem xwedî cihekî stratejîk û hem jî weke qadeke ya çandiniyê ye girêdayî Îsraîlê bê kirin. Dîsa li gorî planê Qudis yekane wê weke paytexta Îsraîlê bê naskirin. Filistînî jî Qudis a Rojhilat dixwazin weke paytext binasin.