Li dijî îdîaya 'Îranê anî xwarê' a Qenedayê Tehranê helwest nîşan da

Qenadayê diyar kir di dest wan de agahî hene ku Îranê bi şaştî bi moşekan li balafirê dane, Tehranê helwest nîşan da.

Piştî ketina balafira Boeîng 777 a Ukraynayê Qenadayê Îran tawanbar kir. 

Di bobelata balafirê de 63 welatiyên Qenadayê mirin, Serokwezîrê Qenadayê Justîn Trudeau got balafir dema nêzî Tehranê ye bi moşekan derb lê dikeve. Serwîsên îstîxbaratê yên ''welatên hevalbend'' ji vê îdîaya xwe re kire palpişt.

Serokwezîrê Qenadayê got Îranê 'bi şaşîtî'' li balafirê daye.

Îran jî dibêje balafir ji ber sedema qezayeke teknîk ketiye û li dijî îdîaya Trudeau helwest nîşan da.Wezareta Karê Derve ya Îranê ji Qenadayê xwest ku delîlên xwe par ve bike. Wezaretê her wiha xwest ku agahiyên di behsê de bi komîsyona lêpirsînê ya Îranê re were parvekirin û xwest ku şîrketa Boeîngê jî tevlî lêpirsînê bibe.