Li dijî Herêma Kesk a li Bexdayê bi roketan êriş hate kirin

Li dijî Herêma Kesk a li paytexta Iraq Bexdayê careke din bi roketan êriş hate kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin ragihandin, bi fuzeyên Katyûşa li dijî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind ku Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê jî lê ye êriş hatiye kirin.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.

Pêr bi şev Îranê bi fuzeyan êriş biribû ser du baregehên Emerîkî yên li Iraqê û vê yekê alozî girantir kiribû. Êriş weke bersiva li kuştina Qasim Silêmanî hatibû kirin. Li gorî Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji ber êrişê tiştek bi leşkeran nehat.

Tevî Sefaretxaneyên Bilind ên DYE û Brîtanyayê gelek wezaretxane û parlamenta Iraqê jî li Herêma Kes in. Roja Yekşemê jî li dijî Herêma Kesk bi roketan êriş hatibû kirin.