Li dijî balafirgehên Siûdî êrîş hatin kirin

Erebistana Siûdî ragihand, wan êrîşeke Hûsiyên Şîa ya bi droneyan a li dijî balafirgehekê têk birine.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî SPA'yê, êrîşa bi droneyan li dijî balafirgeha Cîzanê ya li başûrê Erebistana Siûdî hatiye kirin. Çavkaniyên Siûdî diyar kirin ji ber êrîşê zerar nebûye.

Hûsiyên Yemenî jî ragihandin ku wan bi droneyan êrîş birine ser balafirgehên Abha û Cîzan ên li başûrê Erebistana Siûdî. Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî êrîşa li dijî balafirgeha Abhayê hîn piştrast nekiriye.

Di 2'ê Tîrmehê de êrîş li dijî balafirgeha Abhayê hatibû kirin û 9 sivîl birîndar bûbûn. Hûsiyan diyar kiribûn ku wan balafirên leşkerî yên li balafirgehê kirine hedefa xwe.