Li dijî Alîkarê Serokkomarê Efganistanê êrişa bombeyî

Li dijî konvoya Alîkarê Serokkomarê Efganistanê Emrûllah Salih êrişeke bombeyî hate lidarxistin.

Berpirsyarê servîsa çapemeniyê ya Salîh Razvan Mûrad got, "Dijminên Efganistanê îro serê sibehê careke din êrişî alîkarê destpêkê yê Serokkomar Emrûllah Salih kirin."

Mûrad got, "Êrişa terorîstî bi ser neket" û diyar kir ku Salih birîndar nebûye.

Çavkaniyekî nêzî alîkarê Serokkomar ji AFP'ê re axivî û diyar kir, ku êrişkarekî bombeyî xwe li nêzî konvoya Salih teqand.

Salih ku bi helwesta xwe ya dijberiya li Talîbanê tê naskirin, havîna bihurî di dema kampanya hilbijartinê ya Serokkomariyê de bûbû hedefa êrişê. Di êrişê de herî kêm 20 kes miribûn û 50 kes birîndar bûbûn.

Kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirt. Ev êriş di demeke welê de hate kirin ku tîma danûstandinan a hikumeta Efgan û Talîban li Qatarê xwe ji bo danûstandinên aştiyê amade dikin.