Li Deryaya Çînê rageşiya Rûsya-DYE’yê rû da

Li Deryaya Çînê keştiyeke Emerîkayê pêşî li destroyera Rûsyayê girt. Rûsyayê ev rewş protesto kir.

Di daxuyaniya ji aliyê berdevkiya çapemeniyê ya Fîloya Pasîfîk a Rûsyayê ve hatî kirin de hate gotin, “Li başûr-rojhilatê Deryaya Çînê, kruvazora Chancellorsville ya USS (DYE) ji nişka ve berê xwe guhertiye û bi dûringiya 50 mîtroyî pêşî li destroyera Amîral Vînogradov a Rûsyayê girtiye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Muretabatê keştiya Amiral Vinogradov, ji bo xwe ji rageşiyê bide alî, neçar maye ku bi lezgînî manevra bike.”

Artêşa Rûsyayê ragihand û got , “Çalakiyên wiha nayên qebûlkirin” û diyar kir ku notayeke protestokirinê dane krûvazora DYE’yê.

Di navbera her du welatan de li qada hewayî jî gelek caran rageşî pêk tê. Balafirên DYE û Rûsyayê gelek nêzî qada hewayî ya hev dibin. Meha Gulanê 6 balafirên şer ên Rûsyayê, di menzîla Alaskayê de ji hêla balafirên Emerîkayê ve hatibûn dûrxistin.