Li Derya Spî sala 2017’an 2 hezar û 800 koçber mirin

Diyar bû ku ji destpêka sala 2017’an ve heta niha 150 hezar koçber di ser Derya Spî re çûne Ewropayê. 2 hezar û 800 koçber jî di behrê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) ji destpêka sala 2017’an û vir ve nêzî 150 hezar koçber di ser Behra Spî re gihaştine Ewropa, diyar bû ku ev hijmar li gorî par kêm bûye.

IOM’ê roja Sêşemê li Cinêvê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin Ji Çile ya 2016’an heta bi 22’yê Cotmeha 2016’an di ser Behra Spî re 325 hezar koçber çûne Ewropayê.

Li ser ketina hejmara koçberan jî hate gotin koçber di  ser Yewnanîstanê re rêgeha Balkanan, welatên bakurê Ewropa hate nîşandan.

Li gorî daneyan; ji destpêka sala 2017’an ve heta niha di ser Behra Spî re ji her çar koçberên ku mirin dane ber çavê xwe 3 ji van di ser peravên Italyayê re gihaştine Ewropayê.

Di daxuyaniya IOM’ê de hate gotin koçber ji bilî Îtalyayê, her wiha çûne peravên Yewnanîstan, Qibris û Spanyayê jî. Hate gotin piraniya koçberên ku xwe gihandine  Îtalyayê ji Nîjerya, Gîne, Bangladeş, Malî, Erître, Gambiya, Senegal û Sûdanê çûne.

Hate diyarkirin ku 2 hezar 800 koçberên ji destpêka salê ve xwestin ku di Derya Spî re biçin Ewropayê jiyana xwe ji dest edan