Li Derya Spî bi kêmanî 12 koçber mirin

Li peravên Yewnanistanê keştiyek noqî avê bû. Di encama lêgerîna rizgarikirinê ya bi du helîkopter û keştiyekê de gelek koçber hatin rizgarkirin. Her wiha bi kêmanî 12 koçber jî mirin.

Li berpavên Grava Paxî ya Yewnanistanê keştiya ku 50 koçber li nav noqî avê bû. Piştî noqîavêbûna keştiyê û şûnde keştiyên kargo yên li herêmê û du helîkopter li gel tîmaên parastina peravê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Di encamê de 12 koçber fetisîn. Xebatên lêgerîna tîmên peravê dewam dike.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî di sala 2019’an de 1283’ê kes mirine.

Di nava 5 salên dawî de 19 hezar û 164 koçber mirine.