Li Derya Manşê 8 koçber xeniqîn

Walîtiya Pas-de-Calais a li peravê Derya Manşê ya Fransayê, roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku şeva Şemiyê dema hin koçberan hewl didan bi rêyên derqanûnî li Ambleteuseyê deryayê derbas bikin, jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyeke polîsan diyar kir ku keştiyeke ku ji bo ji peravên Fransayê derbasî Îngilistanê bibe, li nêzî Ambleteuse (Pas-de-Calais) noqî avê bû û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku “çend koçberan jiyana xwe ji dest dane”.

Li gorî medyaya Fransayê, çavkaniyeke ji servîsên lezgîn got ku keştî di saetên destpêkê yên şevê de, hîna li cihekî nêzî bejahiyê noqî avê bû.

Sala 2024'an ji bo koçberên hewl dan bi bot û keştiyan derbasî Îngilistanê bibe bû sala herî kujer.

3'ê Îlonê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji meha Çileyê û vir ve jî herî kêm 45 kes li Derya Manşê jiyana xwe ji dest dan.