Li Dernayê di felaketê de bi hezaran kes winda bûn, lêgerîna li wan dewam dike

Li bajarê Derna yê Lîbyayê, ji bo dîtina bi hezaran kesên ji ber bahoza Danîelê winda bûn, karê lêgerînê dewam dike.

Roja Yekşemê li rojhilatê Lîbyayê felaketeke lehiyê ya mîna tsûnamiyê rabû. Di encamê de bi hezaran kes mirin, bi hezaran kes jî winda bûn. Ava zêde bû sedem ku du bendavên li jorê bajarê Dernayê hilweşe û xaniyên li vî bajarî li ber avê ketin.

Wezîfedarên rizgarkirinê û dilxwaz, ji bo dîtina bi hezaran kesên li Dernayê winda bûn, karekî berfireh dikin. Rayedarekî ji Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî (IFRC) diyar kiribû ku zêdeyî 10 hezar kes winda bûne.

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) rewş weke 'felaket'ê pênase kir û ji bo alîkariya lezgîn a bi 250 hezar mirovên ku lehiyê bandor li wan kir, banga alîkariya destpêkê ya ji 71 milyon dolarî kir.

Li gorî OCHA, felaketê bandoreke yekser li 884 hezar kesî kiriye.

Li gorî şahidan, pêla avê ya ji ber bahoza Danîel rabû, du bendavên li bajêr hilweşand û pêlên avê yên bi çend metreyan bilind li bajêr qewimîn.

Xisara ku lehiyê li bajêr kiriye gelekî zêde ye. Rayedar ditirsin ku windahiya mirovan a li bajêr gelekî zêde be ku nifûsa vî bajarî 100 hezar kes bû.

Li gorî bîlançoya dawî ya ku rayedarên hikumeta li rojhilatê Lîbyayê dan, herî kêm 3 hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku yek ji sê parê bajêr hilweşiya ye. Bajarê Dernayê li dawiya geliyekî ye ku çemek tê de diherike. Di salên 1970'î de li jora bajêr du bendav hatin avakrin. Lê belê di dema bahoza Danîelê de herdu bendav hilweşiyan. Sala 2022'an di raporekê de hişyarî hatibû dayin ku rewşa bendavan nebaş e.

Piştî ku rejîma Mûammer Kaddafî di sala 2011'an de bi destwerdana NATO'yê bi tundî hate hilweşandin, Lîbya di nava kaosê de ye. Li Lîbyayê 2 hikumetên hevrikên hev hene ku yek ji wan li rojhilatê Lîbyayê ye, yek jî li rojavayê vî welatî ye.