Li Darfûrê qebîle bi hev ketin: Zêdeyî 80 kes mirin

Li herêma Darfûrê ya Sûdanê, qebîle bi hev ketin. Di nava 48 saetên dawî de zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerên tundiyê li vê herêma ku li rojavayê welêt e, du hefte piştî mîsyoneke aştiyê rû dan.

Mîsyona aştiyê ya hevpar a Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Efrîkayê di 31'ê Kanûnê de li herêmê kar kiribû.

Komîteya Doktoran a Navendî ya Sûdanê li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma El Cûneynayê ku navenda rêveberiya Eyaleta Darfûr a Rojava lê ye, di bûyerên tundiyê de 83 kesî jiyana xwe ji dest dane, hêzên ewlekariyê jî di nav de 160 kes jî birîndar bûne.

Şerê li herêmê piştî pevçûna du kesan veguherî şerê navbera Qebîleya El Massalît û koçerên Ereb. Milîsên çekdar ên alîgirê koçeran, êriş birin ser El Cûneynayê û agir berdan gelek malan.

Rêveberiya Hartûmê ji roja Şemiyê ve li Darfûr a Rojava qedexeya derketina derve bi cih tîne.

Serokwezîr Abdallah Hamdok ragihand ku ji bo rewşê sererast bike, heyetek 'payebilind' şandiye herêmê.

Neteweyên Yekbûyî jî 'fikara xwe ya mezin' ragihand. Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres Stephane Dûjarrîc bi daxuyaniyekê got, "Sekreterê Giştî ji rayedarên Sûdanê xwest, ku ji bo aramkirina rewşê bikevin nava hewldanan."

Komîteya Doktoran a Navendî ya Sûdanê ku di têkbirina rejîma dîktator Omer El Beşîr de rola xwe hebû, bang li rayedarên şaxê xwe yê herêmê kir ku 'saziyên tenduristiyê biparêzin'.

Serokê Konseya Serdest Abdul Fettah El Bûrhan ku bi meşandina pêvajoya siyasî ya derbasbûnê wezîfedar e, têkildarî pirsgirêkê bi servîsên ewlekariyê re roja Yekşemê civîneke lezgîn li dar xist.

Komeleya Pîşeyî ya Sûdanê ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên tevgera civakî ya têkbirina rejîma El Beşîr e, ragihand ku bûyerên tundiyê derbasî kampên koçberan jî bûye. Komeleyê diyar kir ku beşek ji kampa Kerîndîgê hatiye şewitandin.