Li civîna navendî ya Rheînmetallê çalakiya bêîtîatiya sivîl!

Di civîna şîrîkên mezintirîn şîrket çekan a Elman Rheînmetall de, ku bi rejîma Erdogan re hevkariyê dike, komeke dijberê şer çalakiya bêîtîatiya sivîl kir.

Yek ji mezintirîn şîrketa çekan a Elman Rheînmetall ku ji Kurdistanê heta bi Yemenê, Meksîkayê û welatên Efrîkayê çekan difiroşe rejîmên zordar, her sal dawiya Gulanê bi şîrîkên re xwe li Berlînê civîna salê dike.

Di civîna navendî de ya Rheînmetallê de  komeke aktivîst ku ji 50 kesî pêk dihat çalakiya bêîtîatiya sivîl kir.

Di çalakiyê de ya bi banga koma bi navê Çepgiriya Mudaxelekar (Interventionistische Linke) bang hate kirin û hate gotin, ''Bila Rheînmetall were bêçekkirin''.

Aktivîstan pankarteke mezin li dijî çekdarbûnê vekir û bi dirûşman gotin, ''Çekên Elman, pereyên Elman, li Îran, Sûriyê, Iraq û Tirkiyê mirovan dikuje'', ''Di karê Rheînmeltallê de her cure gemarî heye''.