Di sedsala bê de dibe ku li cîhanê guhertinên mezin bibin

Metirsî heye ku daristan, çol û ekosîstem ji ber germa global di sedsala bê de gelekî biguherin.

Zanyar li ser encamên germa global hişyariyan didin. Li başûrê rojavayê DYA'yê ku qadeke befireh a daristanî ji ber şewatê tine bû, vê guhertinê ji niha ve dest pê kir.

Di nava 100 û 150 salên bê de, dibe ku ev guhertin li mêrgên berfireh û daristanan belav bibe, ekosîstemê ji hev bixe û gefê li faûna û florayan bixwe.

Li gorî lêkolîna ku li kovara Scîence hate weşandin, ev yek bi taybetî wê bandorê li Ewropa û DYA'yê bike. Ji zanîngeha Mîchîganê Jonathan Overpeck got, "Eger germa global bê kontrol bê hiştin, giha û şênkahiya niha ya gerstêrka me wê gelekî biguherin. Ev yek gefê li cihêrengiya gerstêrka me dixwe."

Lêkolîn li gorî bandor û bermahiya germ û fosîlên serdema 21 hezar sal berê, dema serdema dawî ya qeşayê qediya, hate kirin. Wê wextê germa global bi 4 heta 7 pileyî zêde bûbû.

Zanyaran daneyên ji 600 sîteyî hatin wergirtin lêkolîn kirin û li gorî vê yekê tabloyeke hevgirtî derxistin holê. Antartîka ne di navê de, hemû parzemînên din nava van daneyan de hene. Guhertina herî mezin jî li Bakurê Amerîka, Ewropa û Başûrê Amerîkayê hate tespîtkirin.

Li gorî zanyaran, eger emîsyona gaza serayê li gorî armancên di Peymana Parîsê ya 2015'an de hatine danîn bimîne, guhertina giha û şênkaniyê wê di binê rêjeya 45 ji sedî de bimîne. Lê eger tiştek neyê kirin, rîska guhertina mezin wê di ser rêjeya 60 ji sedî de be. Guhertineke wiha ne tenê bandorê li daristanan bike, wê bandorê li ava paqij û avê jî bike.