Li cîhanê 110 hezar kes bi vîrûsê ketine

Ji ber vîrûsa Korona ya ku belavî cîhanê bûye 110 hezar kes pê ketine û hejmara miriyan jî gihişte 3 hezar û 800 kesî.

Ji ber vîrûsa Korona ya ku belavî cîhanê bûye 110 hezar kes pê ketine û bi kêmanî 3 hezar û 862 kes jî mirine. Di rewşa heyî de vîrûs belavî 100 welatan bûye. Bi taybet li Îranê ji roja Yekşemê û vir ve 595 kes bi vîrûsê ketine, li gel vê yekê li vî welatî 7 hezar û 1161 kes bi vîrûsê ketine.

LI ÎRANÊ DI ROJEKÊ DE 595 KES TESBÎT BÛ KU BI VÎRÛSÊ KETINE

Metirsiya vîrûsa koronayê her ku diçe zêde dibe. Bi taybet roj bi roj li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê dimirin zêde dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cehanpur li ser hejmara dawî ya kesên ji ber vîrûsê mirine aşkere kir.

Li gorî Cehanpur di 24 saetên dawî de li Îranê 43 kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî rengî heya niha hejmara kesên li Îranê, ji ber vîrûsa koronayê mirine gihîşt 237 kesan

Herwiha Cehanpur da zanîn ku ji duh ve 595 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Bi vî rengî jî hejmara kesên li Îranê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 7 hezar û 161 kesan. Li gorî Cehanpur heya niha 2 hezar û 394 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, rizgar bûne û rewşa wan başe.

LI ÇÎNÊ HEJMARA KESÊ BI VÎRÛSÊ DIKEVIN KÊM DIBE

Li Çînê di nava 24 saetên dawî de 22 kes mirin. Hejara kesên bi vîrûsê jî ketine weke 40 kes hate ragihandin. Bi vê daneyê li Çînê ji serê meha Çileyê û vir ve hejara herî kêm nîşan dide. Lê mixabin li welatên din vîrûz bi lez belav dibe. Îtalya piştî çînê welatê herî zêde ji vîrûsê bandor bûye. Li Îtalyayê 7 hezar 375 kes bi vîrûsê ketine û 366 kes jî mirine. Ji çaran yekê nifûsa welat di bin karantînê de ye. Li Koreya Başûr jî 7 hezar û 382 kes bi vîrûê ketine û 51 kes jî mirine.

LI FRANSA Û ELMANYAYÊ XWEPÊŞANDAN HATIN QEDEXEKIRIN

Fransa jî welatê 5’an e ku herî zêde ji vîrûsê bandor bûye. Li vî welatî nêzî 100 kes bi vîrûsê ketine û 19 kes jî mirine. Li Fransayê ji ber şewbê xwepêşandanên ku bi hezaran kes tevlî bibin qedexe kir. Elmanya jî heman biryara çalakiyên ku bi hezaran kes tevlî bibin qedexe kirin. Li vî welatî jî zêdetirî 150 kes bi vîrûsê ketine.