Li cîhanê 101 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine

Şewba vîrûsê ya Covîd-19’an a di meha Kanûnê de li Çînê derket, belavî nêzî 100 welat û herêman bû, her wiha 101 hezar kes jî bi vîrûsê ketine. Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî derket 3 hezar û 500 kes.

Ji ber vîrûsa Koronayê heta niha belavî 92 welat û herêman bûye, li gorî daneyên roja Înê vîrûs belavî 110 hezar û 780’ê kesî bûye.

Welatê herî zêde ji vê bandor bûye Çîne û 80 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine, hejmara miriyan jî derket 3 hezar û 40 kesî.

Piştî Çînê welatê di rêza duyemîn de herî zêde ji vîrûsê bandor bûye Koreya Bakur e. Li Koreya Bakur 6 hezar û 593 kes bi vîrûsê ketine û 42 kes mirine. Li Îranê jî 4 hezar û 747 kes bi vîrûsê ketine û 124 kes jî mirine. Li Îtalyayê jî 4 hezar û 636 kes bi vîrûsê ketine û 197 kes jî mirine. Her wiha li Fansayê jî 653 kes bi vîrûsê ketine û 9 kes mirine.

Roja Înê rayedarên Filistîn, Sibîrya, Vatîkan, Slovakya, Perû, Togo û Bhûtan jî ragihandin ku li welatên wan vîrûs hatiye tesbîtkirin.

Neteweyên Yekbûyî hişyariya ku divê pêkanîna karantînayê rêz ji mafên mirovan re bê girtin. Di rewşa heyî de li Çînê bi milyonan kes di karantîna yê de ye. Koreya Bakur nerazîbûn nîşanî biryara karantînayê ya Jeponyayê da. Koreya Bakur bi gotina ‘Ji derveyî mentiq e’ nerazîbûn nîşan da.

Vîrûsa koronayê bandor li borsyaê jî kir. Ziyanên mezin bi -4,14 ber Borsya Parîs û Brexîttenê ketin. Bûrsaya Londonê jî ji sedî 3, 62, Wall Street jî roja Înê nirxê wê daket. Zêr jî ji ber vîrûsê di nava heft salên dawî de gihişte asta herî bi nirx.

Li Welatên Rojhilata Navîn ji ber vîrûsê nimêjên Înê hatin betalkirin. Her wiha li Erebîstana Siûdî ûmreya îsal a ji bo cihê pîroz Kabe hate sînordarkirin. Qada Kabeyê vala ma.

Li Iraqê jî gora Îmam Huseyîn ji sala 2003’an ve cara yekem e hate betalkirin.

Li Mîlan-Sanremo ya Îtalyayê pêşpirka bisiklêt û Kûpaya Qayîk a Cîhanê ya Cortîna jî hate betalkirin. Maratona Parîsê jî hate taloqkirin.

Rûniştinên giştî yên parlementoya Ewropa ya li Strasboûrgê veguhestin Brûkselê.

Merasîmên Oskar ên Bollywond taloqî dîrokeke ne diyar hate kirin. Li Japonyayê 11’ê Adara 2011’an merasîma kesên di bahozê de jiyana xwe ji dest dabûn, hate betalkirin.