Li cîhana asêmayî çalakiyên cihêreng ên 1'ê Gulanê

Cejna Karker û Kedkaran a îsal, ji ber pandemiya Covîd-19 di nava şert û mercên asêmayî û tevdîran de hate pêşwazîkirin. Li şûna pîrozbahiyên kevneşop, çalakiyên alternatîf hatin lidarxistin. Li Tirkiyeyê jî polîsan êriş birin ser kedkaran.

Nayê payin ku li devereke cîhanê çalakiyên 1'ê Gulanê bi rengê kevneşop bên lidarxistin. Bi milyonan mirov ji ber vîrûsa koronayê li malê asê mane. Vîrûsa koronayê bû sedema felaketeke mezin a aboriyê, ji bo çîna karker jî deriyê serdemek nû vekir.

Cejna Karkeran, ji bilî DYE, Kanada û Awûstralyayê li gelek welatên dinyayê weke betlaneya fermî tê pîrozkirin. Ji ber pandemiyê li ti deverê plana meşeke girseyî ya kevneşop nehate kirin, lewma ev yek di dîroka sendîkayê de tiştekî nû ye.

LI TEVNÊN CIVAKÎ SEFERBERIYA 1'Ê GULANÊ

Sendîkayan ji bo îsal bang kirin ku bi rengê cuda çalakî bên kirin. Li tevnên civakî seferberiya dîjîtal, daliqandina pankartan li şaneşîn an jî avahiyan çend ji şêweyên çalakiyên îsal in. Li welatên Ewropayê hemûyan sendîkayan ji bo çalakiyên dîjîtal ên mezin bang kirin.

BAL KIŞANDIN SER KEDKARÊN TENDURISTIYÊ

Sendîkaya îsal her wiha bal kişandin ser kedkarên tenduristiyê û kasiyeran ku weke 'yên li nava civakê nayên dîtin' pênase dikin. Ev kedkar di dema pandemiyê de bi berdêla jiyana xwe dixebitin.

EKONOMÎ HILWEŞIYA, BÊKARÎ ZÊDE BÛ

1'ê Gulanê li demeke welê rast hat ku bi dehan milyon mirov bêkar man. Ji ber vîrûsa koronayê tenê ji meha Adarê û vir ve li DYE'yê zêdeyî 30 milyon mirovî ji bo mûçeyê bêkariyê serlêdan kirin. Ev yek rekoreke. Di aboriya DYE'yê de jî kêmbûneke dîrokî çêbû. Piştî mezinbûna bênavber a 10 salan di çaryeka destpêkê de bi rêjeya 4.8 ji sedî li paş ket.

Aboriya Ewropayê jî serûbin bû. Pandemî nayê kontrolkirin û perspektîfên paşerojê jî reşbîne. Li Herêma Euro bi rêjeya 3.8 ji sedî kêm bû ku ev rêje heta niha qet nehatibû dîtin.

Di vê krîza herî giran a Ewropayê de ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve krîza herî giran de bi milyonan mirov ketin rewşa bêkariya qismî. Bêkariya li Herêma Euro di meha Adarê de gihîşt 7.4 ji sedî. Di meha Sibatê de 7.3 ji sedî bû.

Li Fransayê hatineya ne safî ya neteweyî bi rêjeya 5.8 ji sedî kêm bû. Bi van daneyên dawî careke din piştrast bû ku aboriya Fransayê ketiye resesiyonê.

Hikumeta Spanyayê texmîna wê kir ku aboriya wan di sala 2020'an de wê bi rêjeya 9.2 ji sedî biçûk bibe û bêkarî jî bigihêje 19 ji sedî. Li Îtalyayê bi rêjeya 4.7 ji sedî aborî di çaryeka destpêkê de biçûk bû. Texmînên li ser aboriya herî mezin a Herêma Euro Elmanyayê tê payin ku di 15'ê Gulanê de bê eşkerekirin. Li Elmanyayê bêkarî gihîşt rêjeya 13.2 ji sedî.

LI ATÎNAYÊ PÎROZBHIYA 1'Ê GULANÊ

Li gel tevdîrên mayina li malê yan jî qedexeya derketina derve li gelek welatan li gorî pîvana mesafeya civakî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê li pêşiya parlamenta Yewnan li qada Syntagmayê hate pîrozkirin.

LI STENBOLÊ POLÎSAN ÊRIŞ KIRIN

Li Tirkiyeyê di dema pandemiyê de jî tundiya polîsan dewam kir. Li Stenbolê beriya pîrozbahiya 1'ê Gulanê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin, polîsan dor li avahiya navendî ya DÎSK'ê ya li Beşîktaşê girt. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de herî kêm 25 kes hatin destgîrkirin.

LI PARÎSÊ POLÎSAN ÊRIŞÎ ÇALAKIYA 1'Ê GULANÊ KIRIN

Li paytexta Fransa Parîsê jî komek ji şoreşgerên Tirkiyeyî xwestin li meydana Repûblîqûeyê çalakiya 1'ê Gulanê bikin, lê belê polîsan dest li çalakiyê werdan. Polîsan hin çalakger destgîr kirin.