Li Cezayirê serdema Buteflîka qediya

Serokkomarê Cezayirê Evdilezîz Buteflîka piştî ku bi milyonan kes derketin kolanan, îstîfa xwe da.

Buteflîka Duşemê daxuyaniyek dabû û gotibû beriya 28'ê Nîsanê ew ê îstîfa bike lê gel  qîma xwe bi vê daxuyaniyê neanî.

Piştî ku zext zêdetir bû Buteflîka piştî desthialta 20 salan Sêşemê îstîfa xwe da.

Buteflîka di daxuyaniya xwe ya kurt de got, ''Ez vê biryarê ji bo ku dawî li nîqaşên heyî bîninm, distînim.''

Berêvarkî gelek kes li kuçeyên Cezayirê dest bi pîrozbahiyan kir.

Tê payin, Serokê Senatoyê Evilqadir Bensalih ji demeke kurt bikeve şûna Buteflîka. Ev dem, weke 90 rojî hatiye diyarkirin, heta roja hilbijartinê.

Buteflîka ê 82 salî, piştî ku 2013'an xwîn çûbû ser mêjiyê wî ti têkilya wî bi gel re nemabû. Li dijî desthilata Buteflîka ku 1999'an hatibû ser desthilatê ji 22'ê Sibatê ve tevgereke gel a zêde hebû ku mînankên wê nehatibûn dîtin. Her heftî bi milyonan kes derdikete kuçeyan, dixwestin ku Buteflîka biçe û pergal were biguhere.