Li Cezayirê bi 100 hezaran kes derketin kuçeyan

Li Cezayirê di salvegera peşî ya tevgera Hîrakê a dijî rejîmê de, bi sed hezaran kes derketin kuçeyan.

Li tevahiya welêt tevlêbûneke zêde hebû. Li gorî Înên berê rêjeya tevlêbûna li çalakiyan zêdetir bû.

Li paytexta Cezayirê çalakî li navenda sembolîk a serhildana gel, li ber Postexana Mezin çêbû.

Gelek tevgerên welatiyan û partî, li dijî jiyandina pergala berê û ji bo danîna hîmê komareke nû banga seferberiyê li gel kiribû

Çalakger dixwazin ku komara duyemîn were avêkirin û dixwazin ku ev komar hemû azadiyan mîsoger bike, demokrat û sosyal be.

Li têketa paytextê ji roja Pêrşemê ve cihên kontrolê hatin danîn, hewl hate dayin ku pêşî li tevlêbûnê were girtin lê hêzên ewlehiyê nekarîn pêşî lê bigirin.

Li Cezayirê beriya bi salekê 22'yê Sibata 2019'an ji nişkê ve tevgereke gel a ku nedihate payin derkete holê Navê 'Hîrak' ango 'Tevger'ê lê hate kirin. Ev tevger îro jî zindî ye. Her În gel derkeve kuçeyan û dixwaze ku pergala berdest biguhere.

Piştî ku tevgera protestoyê dest pê kir bi 6 mehan Evdilezîz Buteflîka ku ev ji 20 salan zêdetir e li ser desthilatê ye û desthilatdariya wî ya destbixwîn hate hilweşandin. Hema di pey re artêşê dest li ser rêveberiyê danî. Yek ji fîgurê dilsoz ê Buteflîa Kanûnê di hilbijartinê de hate ser rêveberiya welêt. Hîrak hilbijartin qebûl nekir û hewl da ku asteng bike lê bi ser neket. Ji hêla tevgera protestoyê ve yek ji encama girîng hişyarbûna civakê ye. Tevgera bi pêşengiya jin û ciwanan li nav ciwanan guherîneke mezin pêk anî.

Serokkomarê nû Evdilmecîd Tebbûn ku yek ji dilsozê rejîma Buteflîka pêrşemê di daxuyaniyekê de soz da ku hemû daxwazên Hîrakê bi cih bîne.