Li Cenînê hejmara miriyan derket 8’an

Di operasyona li herêma Cenînê ya Rojavayê Şeriayê ya Îsraîlê de ku dagir kiriye, heta niha 8 Filistînî hatine kuştin.

Îsraîlê, operasyona herî mezin a salên dawîn li Rojavayê Şeriayê kir. Operasyon, li dijî kampa penaberên Filistînî hat kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, daxuyanî da rojnamevanan, got ku ew ‘’navenda terorê’’ ji xwe re dikin armanc. Li gor Cohen, bingeha êrîşên terorî yen li dijî sivîlên Îsraîlî li vê kampê tê çêkirin.

Wezareta Filistînê da xuyakirin ku 8 Filistîniyan di pevçûnan de hatine kuşştin, 10 jê bi giranî, bi tevahî 50 kes birîndar bûne.

Artêş Îsraîlê, idiar kir ku wan ‘’binesaziya terorê’’ û ‘’navenda operasyonê’’ ya Tûgaya Cenînê ya Filistînî ku komeke leşkerî ya Filistînî ye, ji xwe re kirine armanc.

Midûrê Heyva Sor a Filistîna li Cenînê Mehmûd El Seedî ku bi AFP’ê re axivî, got: ‘’Ji hewayê ve Cenînê didin ber bombeyan û ji erdê vê dagir dikin. Gelek mal û tesîs bombe kirine. Ji her aliyî ve dû bilind dibe.’’