Li Cenga Heftanînê Çekdarekî ji Amedê

Ji bo li Kurdistanê bi rengekî azad şer bike bi rê ketibû. Ji Amedê berê xwe dabû Heftanînê. Zanîbû ku berdêla azadiyê giran e, bedew e. Bi vê têgihiştinê hatibû çiyayên azad.

Yek ji gerîlayên ku li Heftanînê bi daxwazeke mezin li ber xwe dida û ji serketinê bawer dikir Çekdar Amed bû. Şer carna ji bo afirandina bedewiyê bû, carna jî ji rizgarkirina yekî din bi xwefedakirinê dihate kirin... Şerê ji bo afirandina paşerojeke bedew a ji bo zarokan, şerê bi baweriya ji rizgariya gel...

Şerê bi baweriya ji paşeroja bedew, şerê ji bo siberojê, şerê ji bo bedewî û ebediya siberojê... Şerê ji bo azadiyê, şerê ji bo edaletê. Û gelekî bi êş û giran jî be, şerê bi rengê Kurdbûnê ji bo mirineke azad li Kurdistanê... Çekdar ji bo vê yekê bi rê ketibû. Û xwe gihandibû Heftanînê. Zanîbû ku berdêla azadiyê giran e, bedew e û bi vê têgihiştinê hatibû çiyê.

Gerîla Çekdar yek ji sembolên herî bedew ê dilsoziya hevrêtiyê bû. Cenga Heftanînê şahidî ji berxwedanên welê re kir ku berxwedan di asta kelecana dilopeke baranê de bû ku dema digihîşt axkê. Berxwedan jî, şer jî lehengên xwe diafirînin. Berxwedanê Çekdar hilbijart, Çekdar jî berxwedan. Û bi ser dijminê zalim ve meşiya, yê ku çav berdabû xaka wî.

'JI BO XEWN Û XEYALÊN HEVRÊYAN EM Ê AZADIYÊ BIAFIRÎNIN'

"Ev çalakî ji bo hilanîna tola şehîdên me ye. Ji ber vê yekê armanc û biryardariya min mezin e. Ji bo xewn û xeyalên hevrêyên min ên di vê oxirê de şehîd bûn, di vê oxirê de xwîn rijandin û di vê oxirê de ketin hembêza xakê, em ê azadiyê biafirînin û diyarî gelê xwe bikin. Soza me serketina me ye. Soz wê bibe serketin. Dema ku em bi ser ket, hingî soza me wê bi cih bê. Tevî hevalên tevlî vê çalakiyê bûne, tevî hevalên ku me bi hev re plansaziya vê çalakiyê kirine, me xewn û xeyala serketin û azadiyê kirin. Ew heval şehîd bûn, berxwedan û serketin ji me re hiştin, fermana vê yekê dan û çûn. Niha ne bi me re ye, lê vê zanim; ez ê timî li ser şopa xewn û xeyalên wan bim."

Ev gotin gotinên dawî yên Çekdar Amed bûn. Çekdar Amed 25'ê Nîsana 2020'an li Heftanînê li qada Şehîd Kendal tevî sê hevalên xwe şehîd bû. Di çeperê de li dijî dagirkeran şer kir û piştre di dema vekişînê de kete hembêza xakê.