Li Bûrmayê bendav hilweşiya: 50 hezar kes hatin tehliyekirin

Li navenda Bûrmayê ji ber hilweşîna bendava Swar gelek bajar û gund di nava avêde man, gelek rêyên giştî ji trafîkê re hatin girtin û 50 hezar mirov hatin tehliyekirin.

Ji ber hilweşîna bendava Swar a li bajarê Swar ya navenda Bûrmayê 50 hezar mirov hatin tehliyekirin, gelek rêyên giştî ji bo trafîkê hatin girtin, gund û bajar jî di nava avê de man.

Berpirsê Navenda Afetên Xwezayî ragihand ku ji ber baranê li herêmê lêhî rabûye.

Berpirs diyar kir ku heta niha 50 hezar mirov hatine tehliye kirin.

Hate destnîşan kirin ku bendav beriya çend rojan hatiye kontrol kirin û ti rewşekî xirab nehatiye diyar kirin.

Li Laosê meha borî ji ber hilweşîna bendavê 27 kes mirîbûn û bi hezaran mirov jî hatibûn tehliye kirin.