Li Bûrkîna Fasoyê ji ber êrîşê 9 sivîl mirin
Li herêma bakurê Bûrkîno Fasyê ku êrîşên komên çete lê zêde ne 9 sivîl hatin kuştin.
Li herêma bakurê Bûrkîno Fasyê ku êrîşên komên çete lê zêde ne 9 sivîl hatin kuştin.
Hate ragihandin ku êrîş şeva Şemiyê pêk hat. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî di êrîşên li du gundan pêk hatî de 9 sivîl mirin.
Hate ragihandin ku 6 kes li Pîsele ji aliyê kesên çekdar ve û 3 kes jî li gundê Bool-Kîîba hatine kuştin.
Hate diyar kirin ku piştî êrîşkar ji herêmê çûne cenazeyê kesên hatine kuştin hatine dîtin. Li aliyê din êrîşkaran motosîkletek jî nav de gelek materyal desteser kirine.