Li Brîtanya Nû volkana Ulawun teqiya

Li Brîtanya Nû ku li rojhilatê Papû Nû Gîne ye, derdora pênc hezar kesî ji ber teqîna volkan ji cih û warê xwe derketin.

Ulawun weke yek ji volkanên herî metirsîdar ên dinyayê tê naskirin. Lav ji devê volkan diherike.

Ji volkanê ku li bakurê giravê ye dû bilind dibe. Rayedarekî herêmî Chris Lagisa diyar kir, gelek ji şêniyên herêmê bi wesayitên xwe ji herêmê derdikevin.

Şîrketa Rêyên Hewayî ya Neteweyî Air Niugini seferên balafirên xwe yên ber bi balafirgeha Hoskins de Kimbe heta demeke nediyar betal kir.

Servîsên meteoroojiyê yên Awûstralyayê ragihandin, xweliya ji volkan difûre bi 13 kîlometreyî bilind bûye.

Çiyayê Volkanîk Ulawun ku bilindahiya xwe 2.334 metre ye li Girava Brîtanya Nû ye. Yek ji 16 volkanan e ku Neteweyên Yekbûyî destnîşan kiriye ku divê lêkolînên taybet lê bê kirin û rîska xwe ya teqîna dijwar heye.