Li Brezilyayê ji bo bi dehan milyon sihayî tenê wezîrek

Li Brezilyayê, ku nêzî nîvê nifûsê sihayî û tevlîhev in, piştî xwepêşandanên dijî nîjatperestiyê cara pêşî wezîrekî siyahî hate ser kar.

Li Brezilyayê xwepêşandanên dijî Serokdewletê nîjatperest Jaîr Bolsonaro, piştî ku 25'ê Gulanê li DYE'yê xwepêşandêrekî bi navê George Floyd bi destê polîsan hatibû kuştin, zêdetir bûbûn.  Dema xwepêşandarên dijî nîjatperestiyê Wezîrê Perwerdehiyê Abraham Weîntraûb piştî ku sivikatî li nîjatperestiyê û serdema Nazî kir, ji bêgavî îstîfa kiribû.

Piştî Weîntraûb Bolsonaro ji bo ku ji îmaja nîjatperestiyê xilas bibe cara pêşî di kabîneya xwe de cih de wezîrekî siyahî. Bolsonar akademîsyenê siyahî Carlos Alberto Decotellî anî ser qoltixê wezareta perwerdehiyê.

Li  Brezilyayê nifûseke xilbe ya siyahiyan, an jî bi koka xwe siyahî hene.