Li Brezîlyayê ji ber lêhiyê herî kêm 30 kes mirin

Li eyaleta Mînas Geraîs ya dikeve başûr rojhilatê Brezîlyayê ji roja Pêncşemê ve ji ber bager û lêhiYê herî kêm 30 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Servîsa Parastina Sivîl ve hatî kirin, ji ber lêhî û bagerê herî kêm 30 kes mirin û 17 kes jî winda ne. Hate ragihandin ku ji ber rewşa xirab a hewayê 7 kes birîndar bûne û nêzî 300 hezar kesan jî neçar mane cihê xwe biguherînin. Hate diyar kirin ku bi giştî 30 bajêr ji rewşa xirab a hewayê bandor bûne.

Bendava bermahiyên madenê yên şîrketa Vale ya li Corrego do Feîjao ya li eyaleta Mînas Geraîsê 25’ê Çileya sala borî  hilweşiya bû û bi milyonan ton herî li dora madenê belav bûbû. Felaketê de 211 kes mirîbûn û 95 kes winda bûbûn.

Felaketeke din a bi heman rengî sala 2015'an li tesîseke din a şîrketa Samarco Mîneracao ya ser bi koma Vale û BHP'ê rû dabû. Felaket li herêmeke bi 100 kîlometreyî li rojhilatê Brûmadînhoyê rû dabû.