Li Brezîlyayê ji ber bahozê 40 kes mirin

Li başûrê rojhilatê Brezîlyayê bahozeke mezin rabû. Di vê bahozê de 40 kes mirin.

Rayedaran diyar kirin ku li eyaleta Mînas Geraîsê ji ber lehiyê zêde û hezazan herî kêm 44 kes mirine.

Hate diyarkirin ku li 58 cihan 19 kes jî winda ne, 12 kes birîndar bûne û 17 hezar kes jî neçar mane ku koç bikin.

Enstîtuya Meteorolojî ya Navneteweyî diyar kir ku ev 110 sal in cara pêşîn ev qas baran dibare.

Li Eyaleta Rîoyê jî ji ber barana zêde sê çem rabûn û heft bajar di bin avê de man. Hate diyarkirin ku li vê herêmê tu kes birîndar nebûye û nemiriye.