Li Brezîlyayê bager: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku ji ber bagera ku li eyaleta Rîo Grande do Sûl a li Brezîlyayê, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku ji ber bagera ku li eyaleta Rîo Grande do Sûl a li Brezîlyayê, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Eyaleta Rîo Grande do Sûl, Edûardo Leîte di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji ber bagerê 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Walî got ku bi dehan agirkuj hatine seferberkirin û “zêdeyî sed kes” hatine rizgarkirin.
Ji ber tundiya avê hinek rê bi temamî hatine girtin û ji bo rizgarkirina kesên asê mane helîkopter hatin bikaranîn.
Li gorî agahiyên ku rayedarên herêmî dane, li nêzî 60 kasabayan zêdeyî 50 hezar kes bandor bûn û ji vane zêdeyî 3 hezar û 700 kes neçar man ku malên xwe bi terikînin.
Di meha Hezîranê de li heman eyaletê ya li ser sînorê Ûrûgûay û Arjantînê, bagerek din çêbibû û 16 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.
Serokkomarê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva anî ziman ku ew bi mexdûran re di nava piştevaniyê de ne û got ku ew amade ne alîkariyê bidin hikûmeta federal a Rîo Grande do Sûlê.
Ji nifûsa 203 milyonî ya Brezîlyayê, nêzî 9,5 milyon li herêmên ku rîska lehî û hezîna erdê lê ye dijîn.