Li Bogotayê Konferansa ‘Li Dijî Kapîtalîzmê Rabûn’ di roja 2’emîn de ye

Li Zanîngeha Dîstrîta ya Bogotayê konferansa bi sernava “Heta Avakirina Civaka Demokratîk Li Dijî Kapîtalîzmê Rabûn” di roja 2’emîn de dewam dike.

Li paytexta Kolombiya Bogotayê konferansa bi sernava “Heta Avakirina Civaka Demokratîk Li Dijî Kapîtalîzmê Rabûn” ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk” digire dest, bi tevlîbûna 50 organîzasyonan a ji 15 welatan duh dest pê kir.

Di roja duyemîn a konferansê de komên xebatê hatin avakirin. Komên xebatê hatin organîzekirin. Di maseyên hatin danîn de wê tevahiya rojê li ser ekonomî, dewlet û demokrasî, ekolojî, jin û ciwanan nîqaş bên kirin. Wê encam jî roja 3’emîn a konferansê bê eşkerekirin.

SÎSTEMÊN ALTERNATÎF HATIN NÎQAŞKIRIN

Rîtuela vekirinê ya konferansa ku duh destpê kirî, li ser navê endamên Kongreya Neteweyî ya Gelên Herêmî ya Kolombiyayê ji herêma Pûtûmayo gelê Înkayê kir. Piştî rîtuela vekirinê panela bi sernava “Weke krîzeke hiyerarşiyê kapîtalîzm” hat lidarxistin. Piştre nîqaş di rûniştina duyemîn de di bin navê “Li hemberî sîstema kapîtalîzm û netew dewletê, alternatîf” dewam kirin. Di vê rûniştinê de bal hat kişandina ser ceribandinên li Emerîkaya Latîn.

Di panela yekemîn a rûniştina duyemîn a bi sernava “Li hemberî sîstema kapîtalîzm û netew dewletê” de sîstemên alternatîf hatin nîqaşkirin. Ji Emerîkaya Latîn mêhvan li panelê bûn. Di panelê de li ser navê Kurdistanê jî axaftin hatin kirin.

Di panela yekemîn a rûniştina duyemîn de Berdevka Kongreya Gelên Herêmî ya Meksîkayê Marîa de Jesûs Patrîcîo Martînez (Marîchûy) û Endamê Konseyê Fernando Domîngûes Reda semîner dan. Ji Tevgera Parastina Mafên Mirovan MODEP’ê Jûan Carlos Jaîme qala têkoşîna li dijî nîjadperestî, faşîzm û zayendparêziyê kir.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Dilda Roj jî axivî û got ku tevî tecrîda Îmraliyê dewam dike jî, hîna tevlêkariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo veguherîna civakî di civakê de tê bersivandin.

Piştre panela yekemîn a rûniştina duyemîn, bi rengê pirs û bersiv dewam kir.

‘LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’

Di panela duyemîn de jî Ji Serokatiya Onîk a Kongreya Gelên Herêmî Jûan Carlos Jaîme diyar kir ku tevlîbûna mêhvanên ji Kurdistanê ji bo vê konferansê girîng e û bal kişand ser berxwedana 50 salan a gelên herêmî ya li hemû parzemînan.

Gerardo Jûmy got ku pirsgirêkên ku kapîtalîzmê ava kirine, pirsgirêka mirovahiyê ye û bang kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîn bê geşkirin.