Li Bexdayê teqîn: 18 mirî
Li Bexdayê danê vê sibehê du teqînên cuda rû dan û di encamê de herî kêm 18 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê danê vê sibehê du teqînên cuda rû dan û di encamê de herî kêm 18 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Danê vê sibehê li sûka taxa El Reşîd a Bexdayê, du teqînên cuda rû dan. Li gorî çapemeniya Iraqê di encama her du teqînan de herî kêm 18 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Heta niha ti rêxistinê ev teqîn li xwe negirtiye.