Li Bexdayê teqîn: 10 mirî, 22 birîndar

Di encama teqîna du wesayîtên bombebarkirî yên li başûrê paytext Bexda ya Iraqê de, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li nuqteya kontrolê ya Ebû Dşeer a dikeve başûrê paytextê bi du wesatyîtên bombebarkirî êrîşek hatiye lidarxistin. Di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran e, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de jî 3 polîsên Iraqî jî hene.