Li Bexdayê protesto: 125 kes birîndar bûn

Li Bexdayê gel encamên hilbijartinê protesto kir, hêzên çekdar ên dewletê bi kêmanî 125 kes birîndar kirin.

Hêzeke leşkerî ya mezin a bi ser Hêza Bicihanîna Qanûnan li dijî çalakiyên protestoyan li Meydana Tahrîrê û Pira Komarê yên li Bexdayê hatin bicihkirin.

Gelek çalakgerên ku encamên hilbijartina 10'ê Cotmehê qebûl nekirin şevê dî dora Herêma Kesk a li Bexdayê û balafirxaneya navnetewî pêçan. Hate diyarkirin hêzên çekdar ên dewletê bi çekan rîş birin ser çalalgeran. Çalakgeran wêneyên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yê bi nivîsa, ''Na na, ji sixtekariyê re na'' hildan.

Hate diyarkirin dema ku çalakger xwestine ku ber bi deriyê Herêma Kesk ve biçin hêzên çekdar ên dewletê êrîş birine ser xwepêşandêran.

Li ser banga Koalîsyona Fetîhê li Kerkûkê jî gelek kes derketin derve, rêya navnetewî ya ku diçe Bexdayê li trafîkê girtin.

Wezareta Tendiristiyê ya Iraqê aşkere kir ji çalakgeran 125 kes birîndar bûne. Hate gotin ji birîndaran 27 jê sivîl in, 98 jê jî ji hêzên çekdar ên dewletê ne.