Li Bexdayê di xwepêşandana alîgirên Îranê de alaya DYE hate şewitandin

Li paytexta Iraq Bexdayê di çalakiya protestoyî ya alîgirên Îranê de, alaya DYE hate şewitandin û xwepêşandêran wêneyê Serokê DYE Donald Trûmp jî xistin bin lingan.

Her sal roja Înê ya dawiya meha Remezanê Roja Qudisê tê lidarxistin û îsal Roja Qudisê veguherî xwepêşandên li dijî DYE û Îsraîlê. Roja Qudisê sala 1979’an de ji aliyê Komara Îslamî ve bi navê piştevaniya bi Filistiniyan re hatiye avakirin.

Kesên çekdar û cilên milîsên El Nûcaba û Tûgayên Hîzbûllahê li rojhilatê Iraqê li qadekê li hev kımbûn û sembolên DYE û Îsraîlê şewitandin. Li aliyê din xwepêşandêran wêneyên Donald Trûmp jî xistin bin lingan.

Rêveberiya Washîngtonê beriya salekê peymana nukllerê ya bi Îranê re betal kiribû û gûşarên aborî li ser Îranê dabû destpê kirin. Li aliyê din DYE’yê Mûhafizên Şoreşê jî xistibû di nava lîsteya rêxistinên terorîst de.

Serê meha Gulanê rêveberiya Washîngtonê bi hinceta, dibe ku her kêliyê li dijî hêzên DYE li herêmê êrîşêk pêk were, hebûna xwe ya li Kendavê zêde kir. Washîngtonê keştiyên şer, balafirên şer û bataryayên Patrîto şand Kendavê.

Li Bexdayê komên çedar wêneyên serokê rûhanî yê şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetûllah Hûmeynî hilgirtin û bi pankarta “ji plana sedsalê re na” bal kişandin li ser pirsgirêka Filistîn-Îsraîl a ku ji aliyê DYE ve hatiye amadekirin.

Tûgayên Hîzbûlah û hêzên milîs ên Nûcaba beşdarî çalakiyê bûn ku beriya niha ji aliyê DYE ve weke “terorîst” hatibûn binavkirin.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Îranê di serdana herî dawî ya Iraqê de di mijara şer de rayedarên Iraqê hişyar kir û bi dirûşmeya “na ji şer re” bi hezaran kes li gelek bajaran daketibûn qadan.