Li Bexdayê çend moşek li nêzî sefaretxaneya DYE’yê ketin
Li paytexta Iraq Bexdayê çend moşek li derdora sefaretxaneya DYE’yê ketin.
Li paytexta Iraq Bexdayê çend moşek li derdora sefaretxaneya DYE’yê ketin.
AFP’ê ragihand ku li peravên rojavayê Dîcleyê dengê du teqînan hatiye. Gelek sefaretxaneyên biyanî li herêma ku teqîn lê çêbûyî ne.
Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku 3 moşekên Katyûşa li nêzî sefaretxaneya Emerîkayê ketine. Çavkaniyek din jî ragihand ku 5 moşek li derdora sefaretxaneyê ketine.
Heta nina kesekê êrîş li xwe ne girtiye. Ev êrîş di demeke wiha de pêk tê ku rageşiya d navbera DYE û Îranê de zêde bûye.