Li Bexdayê bi hezaran kes li dagirkirina parlamentoyê dewam dikin
Hejmara kesên ji bo protestokirinê tên Bexdayê her ku diçe zêde dibe. Kazimî, hişyarî kir ku diyalogek a bi bêdengiya bi hezar rojan, çêtir e ji deqeyek a ku xwîna Iraqê birije.
Hejmara kesên ji bo protestokirinê tên Bexdayê her ku diçe zêde dibe. Kazimî, hişyarî kir ku diyalogek a bi bêdengiya bi hezar rojan, çêtir e ji deqeyek a ku xwîna Iraqê birije.
Piştî dagirkirina parlamentoya Iraqê gelek kes ji bo protestokirinê çûn ber bi herêma ewlehiya xwe zêde ya li Bexdayê ve. Li gor agahiyên şahidekî, bi sedan peyrewên Mûkteda es Sadr ê bawermendê Şiî, roja Yekşemiyê ji herêmên din ên welêt hatine Bexdayê.
Ji berê bêhtir hêzên ewlehiyê li Herêma Kesk hatin bicihkirin. Li gor ku serokê parlamentoyê da xuyakirin, rûniştinên din ên parlamentoyê hatin betalkirin. Wekîla Serokwezîr Mistefa el Kazimî carek a din banga gotûbêjê li aliyên siyasî kir.
Li Iraqê bi girtina bi ser parlamentoyê de, têkoşîna ji bo desthilatê ya siyasetmedarên bi nav û deng gur û geş bû:
Piştî hilbijartinên bi giştî bi deh mehan, Iraq ketiye tengasiyê. Tevgera Sadr hingê bi ferqek a zêde bi ser ket, lê ji sisêyan duduyê dengan ji bo serokkomariyê nekarî bistîne. Bi tenê bi piştgiriya wî hikûmet ava dibe. Heta bi niha Kurdek serokkomar bû, serokwezîr tim Şiî û serokê meclîsê Suniyek bû. Hinek ji ber ku ji hêz û bandorê ditirsiyan, veqetîna ji kevneşopiyê ya Sadr rû bi rûyê berxwedanê bû. Ji ber dorpêça li parlamentoyê endamên tevgera Sadr îstifa kirin- çavdêr jî bi vê gavê şaş man.
Wekîlê serokwezîr Mistefa el Kazimî got: “Diyalogek a bi bêdengiya bi hezar rojan, çêtir e ji deqeyek a ku xwîna Iraqê birije.“
Hêzên ewlehiyê, bi gaza rondikrêj xwestin ku xwepêşanderan ji nav Herêma Kesk derbixe. Li gor erkdaran di encamê de herî kêm 125 kes birîndar bûne.