Li gorî xebatên polîsên Katalan û Îpanyayê, kesê ku roja Pênçşemê li Barcelonayê bi kamyonê êrîşî turûstan kiribû û di vê êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû, hê jî tê gerîn.
Kesê ku piştî qetlîamê û şûnde reviyayî hat diyarkirin ku dibe Yûnes Abûyaqûb e û dibe kesê di operasyona li Sûbîrats ê ku 50 km dûrî Barcelonayê hate lidarxistin, hatî kuştin ew be. Polîsên Katalanya destnîşan kirin ku kesê êlekê bombe li ser dişibiya Abûyaqûb.
TÊKILDARÎ ÇETEYÊ KU KAMYON DIAJOT AGAHIYÊN CUDA HATIBÛ DAYÎN
Piştî qetlîamê û şûnde Moûssa Oûkbîr ê 17 salî yek ji 5 çeteyên ku li Cambrîlsê hatibûn kuştin, wesayîta di êrîşê de hatibû bikaranîn wî diajot.
Lê di nava agahiyan de kesê ku dihat texmînkirin ku wesayît diajot û piştre welatiyekî Îspanyolî bi kêrê kêr kir û wesayîta wî xesp kiriye Yûnes Abûyaqûb e.
Ji bo girtina çeteyê 22 salî li gelperiya Ewropa xebatên lêgerînê dewam dikin, meqamên Eûropol nav nedan. Têkildarî agahiya kesê tê lêgerîn ê Abûyaqûb jî xwe dispêre Wezîrê Karê Hundir ê Katalonyayê.
Di nava agahiyan de ev kesê weke berpirsê qetlîamê yê sereke tê binavkiriin, piştî Barcelonayê reviye Fransayê.
LÎDERÊ 12 ÇETEYAN KESEKE BERÊ MADAYÊN HIŞBER DIFIROTIN
Ev koma ji 12 kesan pêk tê û çeteyên DAIŞ’ê ne, ji vê komê 5 kes di şerê li Cambrîls û 2 jî li Alacana encama teqîna gaza tupê de miribûn. 4 kesên ku tê texmînkirin endamên çeteyanin, hatine binçavkirin.
Liderê çeteyan ê ku plan dikir ku bi gazên tupê û êlekên bombeyî qetlîameke hê mezintir pêk bîne, 4 sal ji ber firotina madeyên hişber hatibû girtin û salên dawiyê jî li Belçîka û Îspanyayê weke ‘mele’ li mizgefta li ser erkê bû, Ebdelbakî es Satty ye. Es Satty di teqîna li hucreya mala xwe ya li Alcanarê de hatibû kuştin.