Li Belgradê bi deh hezaran kes li dijî tundiyê meşiyan

Li paytexta Sirbistan Belgradê bi deh hezaran kes roja Şemiyê daketin qadan û li dijî tundiya çekdarî meşiyan.

Piştî du komkujiyên ku destpêka meha Gulanê hatin kirin, her hefte li paytext Belgradê çalakiyên girseyî têne lidarxistin.

Meşa roja Şemiyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk hat. Bi dirûşma 'Sirbistan li dijî tundiyê ye' girseya gel meşiya. Çalakiyên ku destpêkê bi rengê şînê destpê kirin, piştre veguherî hêrsa li dijî desthilatdariya serokdewlet Aleksandar Vûcîc.

Çalakger dixwazin lîsansa qenalên televîzyonê yên nêzî hikumetê bêne betalkirin, ji ber ku cih didin tundiyê. Her wiha hikumetê sûcdar dikin ku 'atmosfereke tundiyê' diafirîne yan jî ji nedîtî ve tê.

Çalakger dixwazin Wezîrê Karên Hundir û serokê rêxistina îstîxbaratê îstîfa bikin.

3'ê Gulanê zarokekî 13 salî li dibistaneke Belgradê 9 zarok û parêzvanekî dibistanê qetil kiribû. Piştî 48 saetan jî vê carê mêrekî ciwan li nêzî paytext Belgradê li 2 gundan 8 kes qetil kiribû.