Li Belçîkayê komunîst bi pêş dikevin
Li Belçîkayê 3 hilbijartin bi hev re pêk hatin. Hilbijartinên Ewropayê, yên Federalî û yên herêmê bi hev re pêk hatin. Di van hilbijartinan de komunîst, Hawirparêz û Partiyên Rastgirên Radîkal derketin pêş.
Li Belçîkayê 3 hilbijartin bi hev re pêk hatin. Hilbijartinên Ewropayê, yên Federalî û yên herêmê bi hev re pêk hatin. Di van hilbijartinan de komunîst, Hawirparêz û Partiyên Rastgirên Radîkal derketin pêş.
26’ê Gulanê li Belçîkayê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinan de li herêma zimanê Flamananî rastgir, li herêma zimanê Fransizî çepgir derketin pêş.
Di hilbijartinên parlamentoya Ewropayê de partiya rastgir a Flamanan N-VA, ji çar wekîlan wekîlek winda kir û 3 wekîl derxistin. Partiya neteweparêz a Flamanan Vlaams Belang, 2 wekîl derxistin. Di dengdana ji bo Parlamentoya Ewropayê de partiyên endam derxistî wiha ne: Muhafazakar (CD&V), Demokratên Humanîst (CDH-CSP), Lîberalên Flamanî (Open VLD), sosyalîstên bi zimanê Fransizî, rastgirên navendgir ên bi zimanê Fransizî û hawirparêz, Keskên Flamanî (Groen), partiya kar Belçîkayê (PTB) û sosyalîstên Flamanî (SP.A).
Bi tevlîbûna hilbijêran a 88 ji sedî, li tevahiya Ewropayê Belçîka bû welatê herî zêde dengdêr çûyî ser sindoqan.
LI HERÊMA FLAMANAN RASTGIRÊN RADÎKAL BI SER KETIN
Di hilbijartina ji bo Federaliyê de rêjeya dengan a partiyan wiha ye: 16 ji sedî Partiya NV-A (-4,3), 11,9 ji sedî, Partiya Vlaams Belang (+8,2) û 9.5 ji sedî partiya PS (-2,2) deng girtin. NV-A û PS bir rêjeyeke girîng deng winda kirin.
Bi kurtasî li herêma Flamanan partiya rastgirên radîkal Vlaams Belang bi ser ket û li parlamentoya Flamanê hejmara xwe ya wekîlan ji 6’an derxist 23’an.
PÊŞVEÇÛNA HAWIRPARÊZ Û KOMUNÎSTAN
Li Valon û Bruksel partiya PS bû partiya yekemîn lê belê bi rêjeya herê kêm a dengan bû yekemîn.
Li herêma bi zimanê Fransizî diaxivin Hawirparêz û Partiya Kar a Belçîkayê (PTB), bûn serkeftiyên sereke yên hilbijartina herêma Valon û Brukselê. Partiya Keskan bi rêjeya 14 ji sedî li Parlamentoya Valonê 12 wekîl derxistin û li Brukselê jî ji 9 ji sedî rêjeya dengê xwe zêde kir.