Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Belçîkayê bi ser baregehên leşkerî de girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê têkiliyên muhtemel ên di navbera rastgirên tundrew û leşkeran de li Belçîkayê hatî destpêkirin, bi ser gelek baregehên leşkerî de hat girtin.

Li gorî nûçeya malpera DH’ê Dozgeriya Federalê ragihand ku bi ser 3 baregehên leşkerî û malên 8 leşkeran de hate girtin.

Dozgeriya Federal diyar kir ku ev serdegirtin ‘operasyonên ku têkiliyên muhtemel ên bi rastgirên tundrew dike armanc’ in.

Li gorî medyaya RTBF’ê jî baregehên Florennes, Saînt-Trond û Oûd-Heverlee bûn armanca serdegirtinan.

Li gorî nûçeyê, lêpirsîner liv û tevgera gumanbaran û nivîsên wan ên ku vexwandina nijadperestiyê dikin yan jî yasayên ku terorîzmê qedexe dikin binpê kirine yan na, lêkolîn dikin.