Li Belarûsê di xwepêşandanan de 633 kes hatin destgîrkirin

Li Belarûsê polîsan di xwepêşandanên mezin ên roja Yekşemê de 633 kes destgîr kirin.

Ji bo şermezarkirina hilbijartinên meha Tebaxê ku Serokkomar Aleksandr Lûkaşenko ji nû ve hate hilbijartin, roja Yekşemê zêdeyî 100 hezar kes li kolanên Mînskê li hev kom bûn.

Çalakiyên şermezarkirinê ji 9'ê Tebaxê ve dewam dikin. Lê belê çalakiya roja Yekşemê ya herî girseyî bû.

Wezareta Karên Hundir ragihand, "Doh ji ber binpêkirina qanûna xwepêşandana girgseyî bi giştî 633 kes hatin destgîrkirin."

Di dîmenên têkildarî çalakiyê de hatin weşandin tê dîtin ku kesên kincê sivîl li wan e û maske li rûyê wan e bi ço li xwepêşandêran dixin.

Heman rojê li bajarên Grodno û Brestê û gelek bajarên Belarûsê xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarfxistin.

Lûkaşenko yê 66 salî 26 sal in li ser desthilatdariyê ye. Lûkaşenko ku diyaloga bi muxalefetê re red dike, hewl dide piştgiriyê ji Moskowayê werbigire.