Li Behra Spî û Egeyê di 7 mehan de 2 hezar û 442 penaber mirin
Li gorî IOM’ê li Behra Spî ji destpêka vê salê ve 2 hezar û 397, li Egeyê jî 45 penaber mirine.
Li gorî IOM’ê li Behra Spî ji destpêka vê salê ve 2 hezar û 397, li Egeyê jî 45 penaber mirine.
Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî (IOM) li Cinêvê bi daxuyaniyekê derbare mihacirên ku ji destpêka vê salê ve li Behra Spî û Egeyê mirine agahî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji destpêka vê salê ve tenê li Behra Spî 2 hezar û 397 penaberan jiyana xwe ji dest dane. Li tevahiya dinyayê heta niha 3 hezar û 408 penaberan jiyana xwe ji dest dane.
IOM’ê diyar kir penaber herî pir li peravên Italyayê dimirin. Heta 30’ê Tîrmeha 2017’an li peravên Italyayê 2 hezar û 221 û li peravên Spanyayê jî 120, li peravên Tirkiyê û Yewnanîstanê, li Egeyê 45 penaber mirine.
Di îstatîstikan de tê gotin piraniya penaberan bi kelekên ne ewle di rêya Ewropayê de jiyana xwe ji dest didin. IOM got ji bo penaberan devera herî taloke Behra Spî ye.